CîhanNûçe

Li Koreya Başûr di qeyrana siyasî de partiyeke nû tê damezirandin

Li Başûrê Koreyê piştî ku ji ber gendeliyê erkên Seroka Dewletê Park Geun-hye ji dest hatin girtin û skandala bandora siyasî ji partiya desthilat a bi navê Partiya Saenuri 29 parlamenteran dev ji erka xwe berdan.

29 parlamenterên ku ji partiya desthilat îstifa kirin daxuyandin ku ew ê di 24ê Rêbendanê de partiyeke nû ya bi navê ‘Ji bo Reformê Partiya nû ya Mihafezekar’ damezirînin.

Yek ji parlamenterên îstifa kir Yoo Seong-min jî di daxuyaniya xwe ya ji bo SBSê de got ew hêvî dikin ku Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-mun ê ku gotibû ‘ez dikarim ji bo welatê xwe, xwe bişewitînim’ jî beşdarî partiya nû bibe.

Piştî vê îstifaya komî di parlamentoyê de hejmara kursiyên Partiya Saenuri daketin 99a û li şûn Partiya Demokrat a xwediyê 121 kursî ma. Li gorî ajasna Yonhapê komê di daxuyaniya xwe de got, “Piştgirên Parkê nirxên rastîn ên mihafezekariya jibîr kirine û di encamê de baweriya mirovan wenda kiriye.” Partiya nû ji xwe re dike armanc ku hilbijêrên mihafezekar ên ku p;êbaweriya xwe ya bi Saenuri û rêveberiya Park bidest bixin.

Parlamentoya Başûrê Koreyê piştî skandala Choiyê di 9ê Berfanbarê de di derbarê Seroka Dewletê Park de biryara lêpirsînê dabû û erkên Park ji bo demkî dewrê Serokwezîr Hwang Kyo-ahna hatibûn kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu