CîhanEwropaNûçe

Li Koreya Başûr serokatiya Park Geun-hye bi fermî qediya

Li Koreya Başûr biryara ku ev demeke dirêj bû li benda wê bûn eşkere bû. Dadgega Destûra Bilind dawî li wezîfeya Serokâ Koreya Başûr anî.

Parlamentoya Koreya Başûr di meha berfenbarê de Seroka Dewletê Park Guen-hye ji wezîfê standibû. Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi yek dengî ev biryara parlamentoyê erê kir.

Biryara dadgehê di televîzyonê de bi awayê zindî hat weşandin û temamê dadgeran her 8an jî di aleyhê Seroka Dewletê de deng dan.

 Wekîlê dadgehê Lee Jung-mi di axaftina xwe d got: “Em dawî li wezÎfeya Park Geun-hye tînin. Çalakiyên wê îxanet bi baweriya gel kiriye. Bi awayê ku musameha neyê kirin ihlalên cidî yên qanûnî hene.”
Hevalê nêzîk ê Seroka Dewleta Koreya Bakur Park Guen-hye Choi Soon-sil digel ku di nava dewletê de erka wî tunebû jî mudaxeleya mijarên krîtîk ê nava dewletê dikir û piştî ku ev mudaxele deşifre bû li Koreya Başûr krîza siyasî destpê kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)
Başa dön tuşu