IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama pêşdaçûnên hêzên iraqî li rojavaya Mûsilê

Ji destpêka operasyona rizgarkirina rojavayê bajarê Mûsilê va heta niha 929 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin, 84 wesayîtên terorîstan hatine îmhakirin û 3 balafirên kifşê yên vê rêxistinê jî hatine xistin.

Fermandariya Polîsên Federal ya Iraqê îro li Mûsilê daxûyaniyek weşand û encamên operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê eşkere kirin.

Serokê Polîsên Federal ên Iraqê Şakir Cewdet ragihand û got: “Ji destpêka operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê heta niha 929 terorîst hatine kuştin, 84 wesayîtên terorîstan hatin îmhakirin û 3 balefirên bêpîlot ên vê koma têrorîst jî hatine xistin.”

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: “Hêzên Polîsên Federal ji destpêka operasyona rizgarkirina rojavayê Musilê heta niha 26 gund û tax û balefîrgeha Mûsilê rizgar kirine. Herwiha 929 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştine, 84 wesayîtên DAIŞ`ê û wesayîtek bombebarkirî îmha kirine û 3 balefirên bêfirokevan jî jorda xistine.”

Cewdet herwiha di daxûyaniya xwe de got: “Hêzên Polîsên Federal 170 mayînên terorîstan bêbandor kirine û dest danîne ser 30 êlekên bombekirî, 48 mêvanxane, 4 tûnel, gelek çek û cebilxaneyên cûrbicûr ên şêrr.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu