LubnanNûçeRojhilatanavin

Li Libnanê teqîn: 1 miri, 1 birindar

Îro li deşta Beqayê ya başûrê Libnanê, teqînek di otobûsekê de pêk hat û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bû.

Ajansa Niştimanî ya Ragihandinê ya Libnanê ragihand ku teqîn li bajarokê Eynê çêbû ku 20 kîlometreyan li rojavayê sînorê Sûriyeyê dikeve.

Herwiha televizyona Menarê diyar kir ku teqîn di nava otobûsê de çêbûye û di encamê de cîgirê şaredarê bajarokî û ajokarê otobûsê hatine kuştin.

Ji aliyê din ve, hîn ti daxuyaniyên fermî derbarê aliyê ku ev teqîn pêk aniye nehatine dayîn û ti aliyî jî berpirsyariya xwe li ser teqînê ranegihandiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Back to top button