CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Lîbyayê balafireka HMNyê winda bû

Hat ragihandin ku li Terablusa paytextê Lîbyayê têkiliya bi balafira Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya derketibû firîna keşfê ra hat birîn.

Di daxuyaniya li ser malpera operasyona Burqan el-Xedabê hat weşandin da hat diyarkirin ku têkiliya bi teyareya tîpa L39ê ya li dora Terablusê difirî ra hat birîn.

Wekî mayîn Ehmed el-Mismariyê berdevkê hêzên Xelîfe Hefter li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku sîstema wan a parastinê ya li erdê balafira L39ê daxist û pîlot jî mir.

Piştî agahiyên ku Mismarî da hê ji HMNyê daxuyanî nehat dayîn.

Başa dön tuşu