NûçeRojhilatanavinSûriye

Cinayetên Hevalbendîya Amerîkî li Sûrîyê didomin, 11 sivîl hatin kuştinê

Di encama êrişa şeva buhurî ya balafirên cengê yên Hevalbendîya Navnetewî ya qaşo Dijî DAIŞ`ê ya di bin fermandetîya Amerîkayê ser bajarokê Şeife li derdora başûra rojhilata Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê da 11 welatîyên sûrî hatin kuştinê.

Di encama êrişa şeva buhurî ya balafirên cengê yên Hevalbendîya Navnetewî ya qaşo Dijî DAIŞ`ê ya di bin fermandetîya Amerîkayê ser bajarokê Şeife li derdora başûra rojhilata Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê da 11 welatîyên sûrî ji wan 3 jin û zarok hatin kuştinê û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Di hefteyên vê dawîyê da eva cara çendan e ku balafirên cengê yên Hevalbendîya Navnetewî ya qaşo Dijî DAIŞ`ê ya di bin fermandetîya Amerîkayê êrişî parêzgeha Dêrezorê dikin.

Koma çavdêrîyê ya Air Warsê ku êrişên Hevalbendîya Navnetewî ya qaşo Dijî DAIŞ`ê ya di bin fermandetîya Amerîkayê yên ser Iraq û Sûrîyê de dişopîne vê dawîyê ragihand ku ji sala 2014`an ve zêde ji 5 hezar sivîlên iraqî û sûrî bûne gorîyê êrişên hewayî yên vê hevalbendîyê.

Başa dön tuşu