AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Firotina nifta Îranê bo Spanyayê

Şirketa Rîsol a Spanyayê ragiahnd ku rêketinameyeke kirrîna milyonek bermîl nifta xav ji Îranê li tîrmeha 2016`an tev vî welatî wajo dike.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Îslamî nasyar bi IRNA`yê, pêvajoya ber bi zêdebûnê ya firotina nifta Îranê bo Ewopayê ku ji dema cihanîna lihevkirina navokî ya navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar li çileya 2016`an va dest pê bûye, hema wisa ber bi zêdebûnê ye.

Firotina nifta Îranê bo Ewropayê ji 100 hezar bermîlê li dewrana boykotan, a niha gihîştiye 600 hezar bermîlî û tê texmînkirin ku heta 700 hezra bermîl di rojê da jî zêde bibe.

Hejmarek ji şirketên ewropî biryarnameyên demdirêj ên kirrîna niftê ligel Îranê weajo kirine û hejmarek din ji ewropiyan danûstandina niftî ligel Îranê bi kirrîna barên niftî dest pê kirine da ku eger rewş amade bibe, biryarnameyên demdirêj wajo bikin.

Ji biryarnameyên teze yên niftî navbera îranê û kompaniyên ewropî, biryarnameya navbera Îranê û kompaniya Rîsola Spanyayê ye ku biryar e barê nifta kirrî ji Îranê li tîrmeha 2016`an da werbigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu