LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Îsraîl: Artêşa Sûriyê bihêz dibe

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê rêjîmê siyonîst Avigdor Liberman ragehand ku, ew li aliyê din ê sînorê Sûriyê dibîne ku, artêşa Sûriyê bihêz dibe.

Di serdaneke xwe de bo navçeya Colan û derdora wê Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê rêjîmê siyonîst Avigdor Liberman ragehand ku, artêşa Sûriyê li aliyê din ê sînor ne tendê dixwaze hemû xaka Sûriyê kontirol bike, lê hêzeke bejayî ya berfireh û nû ava dike, daku weke vegere mîna berê bi hêz be, berî ku, kirîza Sûriyê destpê bike.

Avigdor Liberman tekez kir ku, artêşa Îsraîlê çavdêriya hemû pêşhateyan dike û amadekariyê ji her bûyereke naxwastî re dike.

Berî niha Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê rêjîmê siyonîst ragehandibû ku, bi vegerandina desthilata navendî ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re dê sînor aramtir bibin.

Başa dön tuşu