
Li London a paytexta Brîtanyayê kesekê bi kêran êrişî xelkê sivîl kir û 2 kes birîndar bûn.
Polîsê Londonê ragihand ku li herêma Kensington kesekê bi kêran êrişî xelkê sivîl kiriye. Di daxuyaniya polîsê Londonê de hat diyarkirin ku 2 kes di encama wê êrişê de birîndar bûne.
Herwiha hat aşkerakirin ku kesek hatiye desteserkirin.