CîhanEwropaNûçe

Li Londonê teqînek pêkhat: 30 birîndar

Li paytexta Brîtanya Londonê di çalakiyeke çandî ya ji aliyê civaka cihû ve pêkhat teqînek pêkhat û herî kêm 30 kes di encama wê teqînê de birîndar bûne.

Teqîn di demekê de bû, ku bi sedan welatiyên cihû ji bo ahengeke salane taybet bi cihûyan, li navçeya Stamford Hill li bakurê Londonê kom bibûn. Di wê helkeftê de, xelk agirekî mezin pêdixin û lîstikên agirîn bikar tînin, lê di nav wî agirî de teqîn çêbû.

Li gorî hin raporan, piştî ku kesekî telefon avête nav agir ew teqîn çêbû.

Lê hin raporên din behsa wê yekê kirin, ku zehmet e ew teqîna mezin di encama avêtina telefonekê de pêkbê.

Başa dön tuşu