CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Malezya di dibistanekê de şewat derket 24 kes mirin

Hat ragihandin ku li Kuala Lumpura paytextê Malezyayê li dibistana ku perwerdehiya olî dida şewat derket, di encama şewatê de 22 jê zarok 24 kes mirin.

Li Kuala Lumpura paytextê Malezyayê li dibistana ku perwerdehiya olî dida şewat derket, di encama şewatê de 22 jê zarok 24 kes mirin. Li gorî agahiyên destpêkê şewat di qata sêyemîn a dibistanê de ji ber qontaka elektrîkê derketiye.

Berpirsên malezyayî di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ji ber deriyên hasin ê girtî zarok nikaribûn ji şewatê birevin. Dibistana ku şewat lê derketiye bêrisqet e.

Li gorî daxuyaniya berpirsên saziya agirkuj, bûyera şewata dibistana Malezyayê di nava 20 salên dawî de yek ji bûyerên herî mezin e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu