ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Fenlandê gihêşte Têhranê

Serokkomarê Fenlandê hevrê digel taximekî derecebilinde siyasî û abûrî îro sibê gihêşte Têhranê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hedefa sefera Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê bo Têhranê gotûbêja tev karbidestên Îranê bona berfirehkirina hevkariyên navbera du welatan û zêdekirina danûistandinên tecarî di navbera her du welatan e.

Qirare ku serokomarê Fenlandê tev Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê hevdîtinê bike û du alî dê li bara peywendiyên du alî, çend alî û peywendiyên abûrî gotûbêjê bikin.

Sefera Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê bo Têhranê ser deweta Hesen Ruhanî serokomarê Îranê cih hatiye.

Hejî gotinê ye ku Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li sefera xwe ya pênc meh berî niha hema bi fermî nama deweta Hesen Ruhanî ji Sauli Nînîste serokomarê Fenlandê dabû wezîrê karên derve yê vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu