CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Maliyê komeke çekdar êrîşî civaka Fulanî kir: 115 kuştî

Serokê Komeleya Fulanî Tabîtal Pulaakoyê Ebdulezîz Dîallo got ku çekdarên endamê koma Dogonê êrîşî gundê Egossagouyê kirin  û jinên ducanî û zarok jî di nav da 115 kes kuştin.

Ebdulezîz Dîallo diyar kir ku di êrîşê de mixtarê gundê Egossagou û neviyên wî jî hatin kuştin.

Endamên koma Dogonê Fulaniyan sûcdar dikin ku piştgiriyê didin çekdarên bi komên terorê re têkildar in.

Fulanî zêdetir li aliyê navîn ê Maliyê dijîn û piraniya wan şivan in û Fulanî di van salên dawiyê de ji ber bûyerên terorê yên ku li herêmê diqewimin rastî êrîşên curbicur tên.

Başa dön tuşu