CîhanEwropaNûçe

Li Meksîka di şer û pevçûnan de 18 kes hatin kuştin

Li Eyaletên cuda yên Meksîka di şer û pevçûnên çekdarî de 18 kesan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê polîsê eyaleta Guerrero Roberto Alvarez ragehand, grubên çekdar li bajarê La Conception êrîşek li ser polîsê herêmî pêkanîne.

Herwaha ragehand, di bûyerê de 2 jê polîs 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û diyar kir, polîsê eyaletê ji bo dest daynîn ser çekên wan gruban jî şer derketiye û di wê pevçûnê de jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Dozgerê eyelatê Xavier Olea Pelaez jî ragehand, 30 polîsên ku bi tewana mêrkûjî û bi awayek dervey zagonan çek û madeyên hişber û bazirganiya wê dikin hatine girtin.

Li Eyaleta bakûrê welat a Baja California Sur, li bajarê San Jose Del Cabo jî di navbera hêzên behrê û grubek çekdar de şer û pevçûn derketiye û di bûyerê de 7 kes ji aliyê hêzên behrê ve hatine kuştin.

Başa dön tuşu