ÎranNûçeRojhilatanavin

Berpirsên Saziya Dadweriyê peymana xwe bi ramanên Îmam Xumêynî (RE) ra dubare kirin

Serok û berpirsên pileberz ên saziya dadweriyê ya Îranê bi amadebûna li tirba hezretê îmam Xumêynî (RE) peymana xwe digel ramanên xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê dubare kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Ayetullah Sadiq Amolî Larîcanî, serokê Saziya dadweriyê ya Îranê û berpirsên pileberz ên vê saziyê îro anku Pêncşemiyê bi amadebûna li tirba Îmam Xumêynî (RE), bi xwendina fatiheyê û xelatkirina taca gulê, rêz li xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê girtin.

Berpirsên pileberz ên saziya Dadweriyê ya Îranê her wiha çûn ser gora şehîdên 7ê Tîrmehê bi taybet şehîd ayetullah Bihiştî û rêz li şehîdên 7ê Tîrê girtin.

Îro Pêncşemiyê, 7ê tîrmeha sala 1397an a Koça Rojî beranberî 28ê Hezîtrana 2018an, salvegera sî û heştem a teqîna têrorîstî li ofîsa berê ya Partiya Komara Îslamî li Têhranê ye.

Roja 28ê Hezîrana sala 1981an (7ê meha Tîrê ya sala 1360an a Koça Rojî) ji ber teqîna bombeyeka bihêz li hola civînan a Partiya Komara Îslamî li Têhranê, ayetullah Seyid Mihemed Husêynî Bihiştî, serokê Dîwana Bilind a Welêt hevrê digel 72 kes ji kesayetiyên siyasî û mezherbî yên Îranê (Çar wezîr, 12 alîkarên wezîr û derdora 30 kes ji nûnerên parlimanê)  bi destê endamên komam têrorîst a Munafiqînê şehîd bûn.

Opêrasiyona têrorîstî ya 7ê Tîrê tenê yek ji kiryarên koma têrorîst a Munafiqînê di salên destpêkê piştî serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê ye ku rojekê piştî qesta têrora serneketî ya hezretê ayetullah Xamineyî, (Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî) li mizgefta Ebûzera Têhranê qewimî.

Başa dön tuşu