NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Efrîn û Cindirêsê teqîn: Komek terorîst hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn

Li bajarê Efrîn û nahiya Cindirêsê ya Efrînê du teqîn qewimîn, herî kêm 2 çekdar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Duhî teqînek li Efrînê û teqînek jî li nahiya Cindirêsê ya Efrînê rû da. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, teqîna Efrînê li ser rêya Raco qewimî. Di wê rûdanê de bombeyek bi otombîlekê de teqiya û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin.

Ya Cindirêsê jî li nêzîkî bargegeheke grûpên çekdar qewimî, di encama wê teqînê de jî komek çekdar birîndar bûn.

Berî sê rojan jî otombîleke bomebarkirî li nêzîkî baregaha Ehrar El- Şam li Cindirêsê teqiyabû û di encamê de 2 çekdar hatibûn kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûbûn.

Başa dön tuşu