CîhanEwropaNûçe

Li Meksîkayê di îsyana girtigehê de 13 kes hatin kuştin

Li Meksîkayê di girtigihekê de îsyan derket û di encamê de 13 mehkûm hatin kuştin.

Berdevkê Polêsên Eyaleta Meksîkoyê Aldo Fascî daxuyand ku îsyan li girtîgeha bajarê Cadereytayê şeva duşemê derketiye.

Fascî got ku şer ji ber kuştina endamekî çeteyê di navbera du koman de derketiye. Fascî got ku polêsan xwest şer bidin sekinandin lê nêzî 150 mehkûman êrişî wan kir. Fascî got ku ew mecbûr man bi çekan midaxeleyî şer bikin û di encama şer de jî 13 mehkûm mirin, 8 jî bi giranî birîndar bûn.

Di bûyeran de polêsek jî bi giranî birîndar bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu