CîhanEwropaNûçe

Li Meksîkayê rojnamevanekî din ji terefê kesên çekdar ve hat kuştin

Serokê saziya parastina çapameniya fermî ya eyaletê Ana Laura Perez di daxuyaniya xwe de ragihand ku rojnamevan Ricardo Monlui li navçeya Yanga dema bi hevsera xwe re ji resturandê derdiket rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Ana Laura Perez di êrişê de tu zirar li hevsera Monlui nebûye.

Ricardo Monlui serokê yekîtiya çapamenî ya herêma Cordobayê bû û ji xeyrî kovara Analysis Politico di El Sol de Cordoba û di rojnameya Diario de Xalapa de xunciknivîsî kir.

Heta niha sebeba kuştina rojnamevan nayê zanîn û bi tohmeta êrişê kes jî ne hatiye binçavkirin an girtin. Li eyaleta Veracruzê gelek cinayetên baronên madeyên hişber çêdibên û di nava 6 mehên dawî de bi Ricardo Monlui re 11 rojnamevan hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu