AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna çapemeniyê ya serokomarê Îranê û serokwezîrê Hindê

Serokê Komara Islamî ya Îranê û serokwezîrê Hindê li ser berfirehkirina peywendiyên duyalî li warên cûrbicûr ên aborî, bazirganî û siyasî da pêgirî kirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja duşemiyê, 23`ê Gulana 2016`an, û piştî wajokirina 12 belgenameyên hevkariyê di navbera Îran û Hindê li Têhranê bal kişande ser mijarên hevpar ên dîrokî û çandî di navbera du welatan da û got: Peywendiyên Îran û Hindê hertim girîng bûne û roja îro jî xurtkirina peywendiyên du aliyan li ser xêr û berjewendiya du welatan û gişt navçeyê ye.

Rûhanî her viha got: Îro berpirsên cihêner ên Îran û Hindê biryar dan ku peywendiyên du welatan ji rewşa bazirganiyê veguheze rewşa aboriya tam û giştalî.

Serokê Komara Islamî ya Îranê beşdariya Hindê li sermayedanîn û pergalkirina bendera Çabiharê li başûrê rojhilata Îranê mînakek ji hevkariya Têhran û Dêhliya Nû da zanîn.

Rûhanî berfirehbûna geştyarî û tûrîsmê di navbera du welatan da li ser esasa mijarên hevpar ên şaristanî, çandî û dîrokî ji hevhatinên din ên di navbera du welatanda li civînên taximên derecebilind ên wan da zanîn.

Serokê Komara islamî ya Îranê her viha destnîşan kir: Li gorî girîngiya aramî û ewlehiya li navçeyê bi taybet li Efxanistan, Iraq, Sûriye û Yemen û welatên din ên navçeyê û sekinîna li hemberî pirsgirêka girîng a têrorîsmê li navçeyê, du welatan biryar dan ku li mijarên siyasî û peywendiyên ewlekariyê peywendioyeke nêziktir ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li navçeyê û şerê li dijî têrorîsmê pêk bînin.

Serokwezîrê Hindê, Narênda Modî jî li vê civîna çapemeniya hevpar got: Deskeftên vê hevdîtinê û biryarnameyên wajokirî qonaxeke teze li warê hevkariyên stratijîk ên du welatan pêk tîne û bêguman dê rehetiya du gelan girêdayî bi hevkariyên berfireh ên aborî di navbera Îran û Hindistanê be.

Serokwezîrê Hindê qala terxankirina 500 miliyon dolarî ji bo berfirehkirina binavahiyên bendera Çabiharê kir û her viha got: Emê ji bo pêkanîna pêşerojeke ronî li warê peywendiyên di navbera Têhran û Dêhliya Nû çi ji destê me bê bikin.

Modî her viha wajokirina biryarnameya sêalî ya veguhestin û tranzîta kelûpelan bi beşdariya Îran, Hindistan û Efxanistanê derfeteke dîrokî zanî ku riyên teze û nêziktir ên peywendîgirtinê di navbera van sê welatan da wê pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu