ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Mihabadê pêşangeha pirtûkan

Serokê Îdareya Çand û Îrşada Îslamî ya Mihabadê ragihand ku pêşangeha pirtûkan a bi navê `Pirtûk-Çand-Pêşketin` li Mihabadê birêve diçe.

Qadir Miradî îro di hevpeyvîna li gel nûçegîhanê Kurdpress`ê de got: Mezintirîn weşanxaneyên seranserê welêt li Mihabadê di pêşangeha `Pirtûk-Çand-Pêşketin` bi zêdetirî 30 hezar cild pirtûkên xwe beşdar bûne.

Wî her wiha da zanîn ku pêşangeha ji hêla Îdareya Çand û Îrşada Îslamî ya Mihabadê bi alîkariya Şaredariya Mihabadê û Beşa Pirtûka Tehranê tê birêvebirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu