CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Misrê 3 roj şîn hat ragihandin

Bi dû teqînên têrorîstî li bajarên Tenta û Iskenderîiyeyê yên Misrê, hikûmetê 3 roj şîna giştî ragihand.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê SAHAR TV`yê, di encama sê teqînên bi dû hev duh de li parêzgehên Qahire û Iskenderîyê yên Misrê, 46 kes hatin kuştin û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.

Du teqîn li derdora dêrên Merqesîye li parêzgeha Iskenderiyeyê û Marcercêsê li bajarê Tentayê li bakûrê Qahirê rû dan û teqînek jî li nêzîkî baregeha polîsên vî bajarî pêk hat ku rêxistina têrorîst a DAIŞ`ê berpirsîya wan da ustiyê xwe.

Gelek welatên dinyayê ji wan Komara Islamî ya Îranê, êrişên têrorîstî yên duh li Misrê şermezar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu