Li Misrê dadgehê di derbarê 11 kesan de biryara darvekirinê da.
Li Misrê çend roj berê di derbarê biryarên darvekirinê de raportek hatibû belav kirin û tevî vê raportê jî biryarên darvekirinê berdewam dikin.
Li gor agahiyên hatine bidestistin dadgeha ceza a Delta En-Ni di derbarê 11 kesan de ji ber bûyera 2015an de ku di wê bûyerê de polîsek hatibû kuştin û 4 polîs jî birîndar bûbûn, biryara darvekirinê da.