ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Selamî: Em ê bersiva her cûre destdirêjiya li ser avên Kendava Farsê bidin

Dewsgirê fermandarê giştî yê Sipahê pasdarên Înqilaba îslamî destnîşan kir ku her cûre destdirêjiya bi qest an ne bi qest li ser avên Kendava farsê tûşî berteka bihêz û tund a hêza deryayiya Sipahê pasdarên Înqilaba îslamî ya Îranê dibe.

Serdar sertîp Hisên Selamî roja çarşemiyê li bajarê Bûşêhrê bi boneya salvegera girtina leşkerên amerîkî li avên Kendava Farsê got: Ev kiryar ji bo şikandina hemî mezinahiya istikbarê li Kendava Farsê pêk hat ku xwedan cîgeheke bilind e. Dewsgirê fermandarê giştî yê Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha got: Wêrekî û mêrxasiya hêzên deryayî yên Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî ji bo girtina çekdarên amerîkî nîşana vîan gelê Îranê ji bo berevaniya ji nirx, raman û armancên xwe ye.

Di destpêka meha Çileya sala 2016`an da li pey ketina neqanûnî ya du qayqên şêrr ên amerîkî bo avên Komara Îslamî ya Îranê li Kendava Farsê û li dorhêla Girava Farsiyê, ev qayq piştî wergirtina hişyariyê ji aliyê qayqên şêrr ên hêza deryayiya Sipahê pasdarên Înqilaba îslamî hatin rawestandin û lênişînê wan ku 9 tifingdarên mêr û tifingdareke jin bûn, hatin girtin.

Piştî hilkolandinên pêwîst û diyarbûna viya ku ev hatina wan şaşitî û ne bi qest bûye û piştî lêborînxwaziyê roja din hatin azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu