NûçeRojhilatanavinSûriye

Di nava Terorîstên Artêşa Azad a Sûriyeyê de dubendî derket

Grûba Ehrar El Şarkiye ku bi Artêşa Azad a Sûriyê ve girêdayî ye ji bo ku Amerîka di operasyona Mertalê Firadê de cih girt ji Artêşa Azad vekişiya.

Grûba Ehrar El Şarkiye ku bi Artêşa Azad a Sûriyê ve girêdayî ye ji bo ku Amerîka di operasyona Mertalê Firadê de cih girt ji Artêşa Azad vekişiya. Duh li bajarokê Raiyê hinek grûbên Artêşa Azad bi nîşana protêstokirina Amerîkayê ji operasyonê vekişin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nava Artêşa Azad hatine wergirtin krîza navbera Amerîkayê Artêşa Azad her diçe zêde dibe. 8 grûbên mûxalif ên çekdar ku bi Artêşa Azad ve girêdayî ne naxwazin bi leşkerên Amerîkayê re li Sûriyê tevlî operasyonan bibin.Ev grûbên çekdar ên bi Artêşa Azad a Sûriyê ve girêdayî naxwazin leşkerên Amerîkayê li ser axa Sûriyê bimînin. Duhî li ser vexwendina Tirkiyê 4 jê fermandar 29 leşkerên Amerîkayê ku çûbûn bajarokê Raiyê ji terefê endamên Artêşa Azadê ve hatibûn protestokirin. Leşkerên Tirkiyê bi zahmetî leşker û fermandarên amerîkî ji bajarokê Raiyê ji endamên Artêşa Azad xelas kirin. Piştî ku Tirkiye ji bo tevlîbûna artêşa Amerîkayê li operasyonê israr kir, li nav grûbên Artêşa Azad dubendî û veqetîn destpê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu