MisrNûçeRojhilatanavin

Li Misrê êrîşek pêkhat: 7 kuştî û 14 birîndar

Ajansa Reutersê ragehand ku, li Misrê êrîşî otombîlekê hat kirin, tê de hejmarek Qubtî(Mesîhî) hebûn di encam de 7 kes hatin kuştin û 14 birîndar bûn.

Keşeyekê di pêwendiyeke telefonî de ji ajansa Reuterê re ragehand ku, berî demekê dema otubisa ku, hejmarek mesîhî ber bi kenîseya El Enba Samoîl li parêzgeha El Minya diçû rastî êrîşekê çekdarî hat.

Li gor heman ajansê, di encama êrîşê de 7 kes hatin kuştin û 14 birîndar bûn.

Başa dön tuşu