IraqNûçeRojhilatanavin

Endamê Tevgera Goranê: “Pêbaweriya kurdan zêdetir ji Hewlêrê bi Bexdayê ra heye“

Endamê pileberz ê Tevgera Goranê ya Herêma Kurdistana Iraqê got: “Pêbaweriya kurdan bi dewleta navendî zêde ji pêbaweriya wan bi rêvebiriya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ye“.

Li gorî rapora IRNA`yê, Sabir Îsmaîl ji endamên Tevgera Goranê ya Herêma Kurdistana Iraqê li hevpeyivîna bi ajansa nûçeyan a Melûmeyê ya Iraqê ra destnîşan kir: “Giştpirsîna cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê şaşitiyek bû ku tevahiya partiyan ji billî çend partiyan ku daxwaza cudabûna parêzgehên bakurî yên Iraqê ji vî welatî ne, ew dizanîn“.

Îsmaîl her wiha got: “Gelê kurd gihîştine vê encamê ku Bexda paytexta tevahiya iraqî û hêzên siyasî ye û pêbaweriya wan bi kiryar û planên Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê zêde ye“.

Endamê Tevgera Goranê got: “Hêzên siyasî yên kurd tam têgihîştin ku bêyî behs û gotûbêja li Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dê rewşa Kurdistana Iraqê  ji hêla malî, rêvebirî û siyasî va çareser nebin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu