ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandarên Pasdarên Îranê Xeyrûllah Semedî şehîd bû

Li navçeya Ebû Kemal a bi ser bajarê Dêra Zorê ve yek ji fermandarên Pasdarên Îranê Xeyrûllah Semedî, ku wekî dostekî nêzîk ê Qasim Silêmanî tê nasîn, hat Şehîd kirin.

Li gorî agahiyên ajansên Îranê yek ji fermandarên Pasdarên Îranê Xeyrûllah Semedî, ku di heman demê de wekî dostekî nêzîk ê fermandarê Hêza Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî jî tê zanîn, li Sûriyeyê li navçeya Ebû Kemal a bi ser bajarê Dêra Zorê ve di encama êrîşên DAIŞê de şehîd ket.

Xeyrûllah Semedî fermandarê Lîwaya Enar El-Mehdî bû, ku li Sûriyeyê bi artêşa Sûriyeyê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê şer dike. Semediyê ku 48 salî ye, wekî dostekî herî nêzîk ê Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya bi Pasdarên Îranê tê nasîn.

Başa dön tuşu