ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Civîna parlemanên islamî, dengê xelkê misilman e

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê diyar kir: Civîna nav meclisên welatên Îslamî dengê xelkê misilman ê navçê û umeta islamê ye.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî, îro duşemiyê li 20`emîn civîna  civata giştî ya yekitîya meclisên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî li Têhranê got:  Em li bendê ne ku  li vê civînê mijar û meselên ku  ser xêr û kara hemî welatên îslamî ne, werin hilêxistin.

Larîcanî bal kişand ser vê yekê ku  îro rojê Filistîn pirsgirêka  cidî ya welatên  Îslamî ye û got:  Filistîn, tim mijara  giring û sereke bûye bo welatên  cîhana Îslamê û civîna  Têhranê derfetek e ku  elatên  Îslamî piştgiriya gelê Filistînê dikin.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî destnîşan kir: Li slaên  vê dawiyê ji ber komployên  curbicur li cîhana  Îslamê, derfetek ji bo Emerîkayê pêk hat da ku Qudsê weke  navenda Rejîma  Siyonîstî kivş bike lê hişyariya siyasî ya  gelên misilman pêşiya vî karî girt.

Larîcanî destnîşan kir: Welatên Îslamî nabe  bihêlin ku mezlûmiyeta  gelê Filistînê zêde bibe û loma  ji mijarên  giring di rojeva  civîna  nav parlemnaî ya  welatên endamê Rêxistina hevkariya Îslamî, mijara Filistînê ye.

Bîstemîn  civîna  Civata giştî ya Civîna  parlemana  welatên  endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî,  vê sibê bi beşdariya  serok û alîakrên  serokên parlemanê û taximên  parlemanî ji 44 welatên endam li Têharn xebata xwe destpê kir.

Merasima destpêkê ya 13`mîn  civîna  parlemnaî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî sibê bi amadebûna  serokê Komara Îslamî  ya Îranê û serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranêli Têhranê tê lidarxistin û dê berêvariya çarşemiyê jî bi weşandina  daxûyaniyekê dê dawiyê bidine karê xwe.

Başa dön tuşu