CîhanEfrîqaNûçe

Li Mozambîkê êrîşa terorê: 11 kuştî, 6 birîndar

Li Mozambîkê di encama êrîşeke terorê da 11 kes hatin kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên çapemeniya xwemalî, Berdevkê Polêsê Mozambîkê Orlando Mudumane di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li parêzgeha Cabo Delgado kesên çekdar êrîşî gundê Itole kirin û di encamê da 11 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Mudumane diyar kir ku birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û herwiha êrîşkar jî hatin girtin.

Li Mozambîkê ji par vir va li dijî avahiyên qamûyê û hêzên ewlekariyê gelek êrîşên terorê hatin kirin.

Rêxistina terorê ya bi navê Eş-Şebab wekî berpirsê van êrîşan tê dîtin û herwiha ew yek hê jî nehatiye piştrastkirin, gelo tu peywendiyeke vê komê digel rêxtistina ku li Somaliyê ye û navê wan jî yek e, heye an na.

Piraniya xelkê parêzgeha Cabo Delgado Misilman in û di heman demê da li vê parêzgehê çavkaniyên dewlemend ên xaza siruştî hene.

Başa dön tuşu