ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Zerîf: Têkoşîna hevpar dijî têrorîsmê heta azadkirna tam a Sûrîyê pêwîst e

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku roja îro qeyrana Sûrîyê di xala werçerxanê de ye, pêgirî li ser dewama têkoşîna hevpar dijî têrorîsmê heta azadkirna tam a Sûrîyê ji lepên komên têrorîst kir.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li dawîya civîna sêalî ya digel wezîrên karên derve yên Ûrsêt û Tirkîyê li Astaneya Qazaqistanê, bi gotina vîya ku pêkanîna agirbesê û damezirandina deverên kêmgêre, pêngavên bilind di çarçova vemirandina agirê şerê kavilkir ê li Sûrîyê bûn, dîyar kir: Demajoya Astan, ev şansa hebû ku tenha demajoya serketî ya navnetewî ji bo kêmkirina gêreyê li Sûrîyê be.

Mihemed Cewad Zerîf pêgirîya li ser kêmkirina xemên gelê Sûrîyê kir û got: Hêsankirina gîhandina alîkarîyên mirovdostîyê bo deverên qeyranlêketî pişkeke ji demajoya Astanê bû û mideha 2 rojên buhurî de jî civîna têkildarî kesên hatine girtin, hatine revandin û radestkirina cenazên kuştîyan û naskirina kesên bêserûşûn li Astaên hat lidarxistin û ev demajoya bi awayekî serketî pêşde diçe.

Wezîrê karên derve yê Îranê imkana gîhandina alîkarîyan bo hemî deverên dagirbûyî û deverên ku di rewşa qeyranî ya mirovî da ne girîng zanî û got: Her sê welatên garantorê aştîya Sûrîyê yê hewildanên xwe di vî warî de bidomînin.

Wezîrên karên derve yên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li civîna xwe ya îro li Astanê alûgurên herî dawîyê yên Sûrîyê hilkolandin û li dawîyê daxûyanîyeke bîstxalî dan.

Zerîf, Lavrov û Çavûşoglu li vê daxûyanîyê ragihnadin ku qeyrana Sûrîyê bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin û pêgirî li ser dewama hewildanên ji bo bihêzkirina agirbesê, parastina yekperçetîya axa Sûrîyê û pêkanîna komîteya destûra bingehîn kirin.

Li gorî lihevkirina wezîrên karên derve yên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê, biryar hat dayînê ku civîna bê ya serokên van sê welatana di 4`ê Nîsanê de li Istenbolê bê lidarxistin, ser vî esasî Hesen Rûhanî, Viladimîr Pûtîn û Receb Teyîb Erdogan serokomarên Îran, Rûsîye û Tirkîyê yê di 4`ê Nîsanê de li Istenbolê bicivin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu