IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşdaçûna hêzên iraqî ber bi bajarê Mûsilê va

Çavkaniyên iraqî yên nûçeyan qala pêşdaçûna hêzên hevpar ên Iraqê ber bi bajarê Mûsilê kirin.

Li gorî rapora têlêvîziyona El Iraqiyê, tevî ragihandina nişkêvayiya Amerîkayê li ara rawestandina opêrasiyona azadkirina Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê, li gorî raporan pêşdaçûna hêzên iraqî li hemî bereyan hevdem digel destpêbûna qonaxa duyem a opêrasiyonê û bi hatina hêzên gelanî yên Iraqê, leza vê opêrasiyonê zêdetir bûye.

Baregeha fermandetiya hevpar a opêrasiyona azadkirina Mûsilê li bereya rojhilatiya vê opêrasiyonê ragihand ku pêşdaçûna hêzên iraqî ji hemî bereyan va îro anku şemiyê didome û hêzên hevpar ên iraqî navçeyên teze azad krin.

Li gorî vê raporê, pêşdaçûna hêzên iraqî ji beşa El Şûreyê ku yek ji deverên herî girîng ên parêzgeha Nêynewayê ye ber bi bajarê Hemam Elîlê li 20 kîlomitriya başûrê Mûsilê didome.

Kanala Iraqiyê her viha ragiahnd ku hêzên iraqî berbanga roja şemiyê, pergala peywendîgirtina koma têrorîst a DAIŞ`ê nasyar bi Fanûsê li Mûsilê ji nav bir.

Firokeyên şêr ên Iraqê jî ambar û sekoya kewkîkirina mûşekan a têrorîstên DAIŞ`ê li navçeya Teanê li rojhilata Mûsilê ji nav birin.

Rayedarekî ewlehiyê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê jî qala girtina 11 kes ji endamên koma tekfîrî ya DAIŞ`ê li başûrê Remadiyê kir.

Herviha roja şemiyê ji ber teqîna têrorîstî li nêzikî pira Cabir ibnî Heyyanê li rojavaya Bexdaya paytexta Iraqê hejmarek hatin kuştin û birîndar bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu