Artêşa Iraqê daxuyand ku di çarçoveya operasyon a rizgarkirina Mûsilê ji terora DAIŞê de 13 herêmên din şûnde hatin girtin û 157 terorîst hatin kuştin.
Fermandariya operasyonên hevpar a girêdayî artêşa Iraqê daxuyaniyeke niviskî belav kir û di daxuyaniyê de anî ziman ku yekîneya 9emîn li nêzîkê navçeya Hemdaniyeyê bajaroka Keremlisê ji DAIŞê şûnde girt û dijmin rastî ziyaneke mezin hat.
Hat diyar kirin ku ji eniya Qeyyarayê gundên Tuveybe, El Hunfesan, Dur et-Take el-Herariye û Zilhefe, ji eniya Keleka Berê jî gundên Xazne, Xazne Tibbe, Tarb Zave, el-Muvafaqiye û Tehrava şûnde hatin girtin.
Di encama operasyonên şaxên Rêxistina Polîsên Federal de jî gundên es-Sacme, Saf et-Tut û Telul el-Mehar şûnde hatin girtin û qadeke ku bi çargoşeyî 120 kîlomitro ji DAIŞê hat paqijkirin. Her wiha hat ragihandin ku di operasyonên îro de 157 milîtan hatin kuştin û 21 wesayitên bombebarkirî hatin îmha kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)