IraqNûçeRojhilatanavin

Li Mûsilê 151 milîtanên DAIŞê hatin kuştin

Hat ragihandin ku di encama êrişa yekîneyên artêşa Iraqê û hêzên hewayî yên koalîsyonê de li rojavayê Mûsilê herî kêm 151 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

Fermandarê Operasyona Mûsilê General Abdulemir Yarallah di daxuyaniya xwe de ragihand Yêkîneya 9emîn a Zirxî li herêmê di tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê de cepheyek ava kir û di operasyonê de 12 milîtanên terorîst hatin kuştin.

Abdulemir Yarallah di axaftina xwe de got: “Di heman operasyonê de hêzên ewlehî yên artêşa Iraqê gundên Ed-Demirci û Es-Sagira rizgar kirin û herêma rojavayê gund ku ji rêxistina terorîst hatibû rizgarkirin paqijiya mayîn û teqemeniyan lê dewam dike.”

Yarallah di berdewamiya axaftina xwe de got: “Yêkîneyên Tekoşîna Dijteror di êrişa xwe ya li herêma Vadi Hicr de 40 milîtanên terorîst kuştin. Di operasyona fermandariya hêza hewayî ya artêşê de 64 û di ya koalîsyonê de jî 35 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.”

Hêzên artêşa Iraqê meha borî li rojhilatê Mûsilê kontrol bi temamî bi dest xistibûn û di 19ê Sibatê de ji bo rojava jî operasyon dabûn destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu