IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Li Mûsilê 480 çekdarên DAIŞ ên Sûrî hatine kuştin

Ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê heta niha 480 çekdar ji Sûriyê di nav rêxistina DAIŞê de li wî bajarî hatine kuştin.

Derbarê vê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, DAIŞê bi berdewamî çekdarên xwe yên Sûrî li bajarê Mûsilê ji dest dide, da zanîn ku, 40 termên DAIŞê yên Sûrî di 24 demijmêrên borî de giheştine bajarê Reqayê, piraniya wan zarokên çekdarin.

Rewangehê da zanîn ku, heta niha 480 çekdarên DAIŞê yên Sûrî li şerê Mûsilê hatine kuştin, di nav wan de 300 zarokên çekdarin yên ku, DAIŞê ew bo kiryarên xwekujî perwerdekirbûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu