IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşdaçûna hêzên iraqî li taxên rojhilatî yên Mûsilê

Hêzên iraqî li şerê dawiyê ji bo azadkirina baregeha dawiyê ya DAIŞ`ê li Iraqê kontrola El Naîfeyê li başûrê rojhilata Mûsilê li nêzikî bajarê dîrokî yê Nemrûdê bi dest xistin.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê kanala El Cezîreyê, hêzên iraqî her viha navçeyek li bakûrê rojhilata Mûsilê ji bin kontrola DAIŞ`ê derxistin.

Taxên rojhilata Mûsilê jî bûne qada şer û pevçûnên kolan bi kolan nava têrorîstên DAIŞ`ê û hêzên artêşa Iraqê.

Taxa Qadisiyê ji taxên herîn girîng ên rojhilata Mûsilê qada sereke ya pevçûnên nava artêş û têrorîstên DAIŞ`ê ye ku bi awayekî berfireh erebeyên bombekirî ji bo lêdana derbên giran li artêşê bi kar tînin.

Li derdora bajêr û li aliyê rojavayaiya Mûsilê jî hêzên Heşdê Şeibî gihîştine navçeya El Rekrakê li başûrê rojavaya bajarê Til Eferê û ji du aliyan li halê pêşdaçûna ber bi Til Eferê ne. Êrîşa Heşdê Şeibî li ser bajarê Til Eferê renge kêşeyên nava Enqere û Bexdayê zêde bike. Enqere pêgiriyê dike ku Heşdê Şeibî gere nekeve bajarê Til Eferê; Çimku kêmîneya tirkmenan têda rûdinin.

Hêzên Heşdî Şebî kontrola gundên Um Hecare, Sîrval û El Rekrakê li derdora bajarê Til Eferê bi dest xistine.

Hadî Amirî berdevkê saziya Bedra Iraqê ragihand: Qonaxa sêyem a opêrsiyona azadkirina dorhêla rojavayiya bajarê Mûsilê li ser esasa bernameya pêşdarêştî pêşda tere û em ê zûtirkê mizgîniya serketina li rojavaya Mûsilê bidin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu