CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Li Mûsilê di sitargeheka DAIŞê de 170 hezar dolar hat dîtin

Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, li bajarê Mûsilê di sitargeheka DAIŞê de kujmek mezin dolar dîtine.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Seid Mein ragihandiye, hêzên wan bi alîkariya welatiyan li nav bajarê Mûsilê de sitargeheka DAIŞê peyda kirine ku tê de 170 hezar dolar hebûye!

Wî rayedarê hikûmeta Iraqê daye zanîn, ew sitargeh li nav malekê de li taxa Zehra ya bajêr hatiye dîtin û diravê ku hatiye dîtin jî radestî dezgehên pêwendîdar hatiye kirin.

Bajarê Mûsilê nêzîkî 4 salan di destê DAIŞê de bû.

Başa dön tuşu