IraqNûçeRojhilatanavin

Li Mûsilê hezar terorîst hatin kuştin

Li gorî zanyariyên berdest, di nava 2 mehên dawî yên operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de ji hezarî zêdetir terorîst hatin kuştin û 85 wesayîtên bombebarkirî yên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin rûxandin.

Fermandarê saziya polîsan a îttîhadiyeyê General Raîd Cewdet daxuyaniya xwe ya nivîskî de û got: “Li rojavayê Mûsilê herêma Bajarê Kevin di nav du mehan da hezar milîtan hatin kuştin, 85 wesayitên bizirx, 65 wesayitên bi çek, 20 wesayitên bombebarkirî, 71 kemerên bi teqemenî hatibûn pêçan, 310 bombe û 181 moşek hatin îmhakirin.”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe ya 19ê Sibatê de fermana operasyona rizgarkirina rojavayê bajarê Mûsilê dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu