IraqNûçeRojhilatanavin

Li Mûsilê tûnelên herî mezin ên DAIŞê hatin dîtin

Li Iraqê Lîwayên Bedrê yên daxuyand ku wan li rojavayê Mûsilê tûnela herî mezin a ayidê rêxistina terorê DAIŞê dîtine.

Li gorî nûçeya televîzyona El Sumariayê di daxuyaniya Lîwayên Bedrê de hat gotin, “Li rojavayê Mûsilê li gundê Farfarayê tora tûnelên DAIŞê hatin dîtin. Ev tor, tûnelên herî mezin ên rêxistinê ye.

Di daxuyaniyê hat gotin ku, “Di vê tora tûnelan de pergala ragihandin a navendî, teqemenî û embara C-4an heye. Li her dera torê mayîn hatin bicih kirin û wê bi tevahî were îmha kirin.”

Lîwayên Bedrê li rojavayê Mûsilê tevlî gundê Farfarayê bi tevahî 5 gund ji DAIŞê girtibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu