IraqNûçeRojhilatanavin

Li nav paytext 3 teqîn: 22 kuştî û birîndar!

Îro li nav paytexta Iraqê bajarê Bexdayê 3 teqîn çêbûn û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Îro pênşemî 3 teqînan bajarê Bexad yê paytexta Iraqê hejandin.

Li gorî zanyariyan, bombeyek vedayî li nêzîkî bazarekê li Taxa Slêx a li bakurê bajarê Bexdayê çêbû.

Di encama vê teqînê de kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Herwiha teqînek din li nav bazareke şînkatiyan (sewze û fêqî) li devera Nehrewan a li başûrê Bexdayê qewimî. Hat zanîn, ku bombeyeke vedayî li nav vê bazarê teqiya û di encamê de 2 kes mirin û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Li Taxa El-Amil a li başûr-rojavayê bajarê Bexdayê jî otomobîleke bombekirî teqiya.

Ji ber vê teqînê jî karmendeke Wezareta Dad a Iraqê hat kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu