FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Parastin ê Îsraîle Avigdor Liberman: Dibe Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî rastî sûîqestê were.

Wezîrê Parastin ê Îsraîle Avigdor Liberman di axaftina xwe de got: “Li Îranê hilbijartina serokomariyê heye û dibe Hesen Rûhanî rastî sûîqestê were û ev ji bo min ne suprîz e û ez bi vê şaş nabim.”

Li gor nûçen Sputnik ê, Avigdor Liberman di berdewamiya axaftina xwe de got: “Kuştina berpirsê bilind ê Hamasê Mazin Fukaha jî encama bûyerên navxweyî yê rêxistinê bû. Misoger em dikarin bêjin ev sûîqesteke navxweyî ye. Di 19ê Gulana 2017an de li Îranê hilbijartina serokomariyê heye û heke Hesen Rûhanî jî rastî sûîqesteke wiha were ji bo min nabe suprîz.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu