EwropaNûçe

Li New Yorkê êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê New Yorka Amerîkayê li salona konserê êrişa çekdarî hat kirin û di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Li New Yorkê di heyama konsera T.I de êrişek çekdarî pêk hat.

Li gor agahiyên destpêka di salona konserê Irving Plazayê de ji hezarî zêdetir kes hebûn. Di encama êrişê de yek sivîl jiyana xwe ji dest da û yek jê jin 3 kesên din jî birîndar bûn. Hat gotin birîndar bi ambulansan rakirine nexweşxaneyan û hêzên ewlehiyê jî çûnûhatina Irving Plazayê girtine li êrişker digerin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu