NûçeRojhilatanavinSûriye

Li nêzî balafirxaneya navneteweyî ya Şamê teqînek mezin pek hat

Li gorî çapameniya Sûriyeyê ku ragihandiye, li nêzî balafirxaneya navneteweyî şamê teqîneke mezin pêk hat û teqîn bûye sedema derketine agirekî mezin.

Şahidên bûyerê ji cihê teqînê wêne û dîmen li ser medya civakî parve kirin. Li gorî vîdyoyan di encama teqînê de agir digire depoyên sotemenî an jî xaza siruştî.

Hê jî sedema teqînê nayê zanîn, lê li gorî agahiyên ku nehatine serastkirin dibe di encama êrişên hewayî de boriyên sotemenî hedef hatibin girtin.

Herwiha li gorî îdîayên din jî dibe êriş ji terefê balafirên Îsraîlê ve pêk hatibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu