ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Binçavkirinên li Erebistana Siûdî: Ev hîn destpêke

Li Erebistana Siûdî piştî ku 11 mîrza, 4 wezîr û birek wezîrên kevn ji ber gendeliyan hatin binçavkirin serdozgeriyê daxuyaniyek belav kir. Dozger Şêx Siûd el Mûcîb got “ev tenê destpêke.” Serokê Amerîkayê Donald Trump jî derbarê binçavkirinan de nirxandinek kir.

Dozgerê siûdî di daxuyaniya xwe de got: “Ev li kû derê be bila lê be, ji bo pêvajoya bi qasî jiyanê giring ya dawî lêanîna gendeliyê tenê destpêkeke.

El Mûcîb diyar kir ku hê “asta yekem” hatiye temamkirin û got: “Gelek delîl hatin berhev kirin û lêpirsînên berfireh ten kirin.” Mûcîb da zanîn ku dê dadgeh bi awayekî aşkere û di nava demê de werin kirin.

Operasyonên binçavkirinê wekî gaveke bihêzkirina îktîdara Mîrzayê Welîaht Muhamed bin Selman hatibûn dîtin.

Mîrzayê 32 salî ku rêveberiya saziya dijî gendeliyê birêvedibe, 11 mîrzayên ku di nav wan de mîrza El Welîd bin Talal jî heye ku yek ji 100 kesên dewlemendtirîn ê cîhanê ye, wezîr û wezîrên kevn dabûne girtin.

Di vê maweyê de, li ser medyaya civakî dîmenên ku tên gotin yên mîrzayên binçavkirî ku li otela Ritz Carlton a Riyadê dimînin hatin parvekirin. Vîdeo û fotografên ku Saad Abedîne yê nûçegîhanê Al Jazeerayê ye parvekirin ji aliyê gelek kesan ve hatin parvekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu