
Li Nîjeryayê rêxistina Boko Haram li taxa bazarê, êrîş bir ser xelkê û di encamê de 5 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Bûyer li ser sînorê Nîjeryayê, li herêma Dîffayê li bazara bi navê Tummurê çêbû. Êrîşker li ciyê bazarê bi çekan xelkê gulebaran kirin û bi erebeyan reviyan.
Di 10 salên dawiyê de li Nîjeryayê li dora 20 hezar kes mirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)