NûçeRojhilatanavin

Rojê 6 zarok li Yemen dibine qurbanî

Saziya UNICEF`ê ragihand ku ji ber şer û pevçûnên nav Yemenê rojê 6 zarok li vî welatî dibine qurbanî.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fransayê Sandiqa zarokên Rêxistina Netewên Yekgirtî ya ser navê Saziya UNICEF`ê li rapora xwe ya duh sêşemê ragihand ku ji çaxê destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê ji 26 Marsa 2015 heta niha 934 zarok hatne kuştin û hezar û 356 zarok jî birîndar bûne.

Li vê raporê herwisa hatiye ku nîzikî 10 hezar ji zarokên yemenî yên ku temenê wan kêmtir ji 5 sal e li sala bihurî ji ber ketina bi nexweşiyê û nebûna dermanan û xizmetguzariyên din ên saxlemiyê mirine û nîzikî 320 hezar zarokên yemenî jî li rewşekî nebaş dane û xwarekekî baş nagihêje wan.

Rêxistina Netewên Yekgirtî li raporeke xwe da destnîşan kiriye ku ji destpêka destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê 3 hezar kes hatine kuştin lê wezareta saxlemiya Yemenê ragihandiye ku heta niha zêdetir ji 7 hezar ji xelkê Yemenê ji ber destdirêjiyên firokên Erebistanê hatine kuştin.

Erebistanê bi palpiştiya birek ji welatên erebî yên navçê û Amerîka ji 26 Marsa sala 2015 bi berfirehî êrişên xwe yên hewayî dijî axa Yemenê destpê kirin û hema ji wê çaxê va dixebitin ku Mensûr Hadî serokkomarê reviyayî yê vî welatî carek din bînin ser şixul lê xelkê Yemenê neyarê vê siyaseta Riyazê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu