CîhanEwropaNûçe

Li Norwecê alarma terorê

Piştî êrîşa li paytexta Swêdê Stockholmê ya bi qemyonê ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 15 kes jî birîndar bûbûn, li paytexta Norwecê Osloyê jî panîka êrîşa terorê çêbû.

Polîsên Norwecê ragihandin ku wan şeva borî li nêzî rawestgeheke metroyê teqemeniyek bêbandor kirine û kesek jî hatiye binçavkirin.

Piştî dîtina teqemeniyê bar û restoranên li derdorê hatin valakirin.

Şefê polîsan Vîdar Pedersen diyar kir ku madeya hatiye dîtin madeyeke dişibe teqemeniyê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu