İslami Davet Kurdi Bange İslami

Li operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan 152 hatin kuştin

Hêzên iraqî li dewama operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan sêşemê şev karîn 152 terorîstên DAIŞ`ê bikujin.

Bingehên nûçan yên Iraqê ragihandin ku li dewama Operasyona Rizgarkirina Mûsilê de 152 terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin û kontrola hinek herêmên stratejîk ji destê van terorîstan hate derxistin.

General Abdulemîr Yarallah qumandê operasiyona azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ`ê got: Hêzên iraqî ji duh sêşemê va ji aliyê bakûra Mûsilê ber bi nav vî bajarî va diçin û çend taxên din wekî El-Hedba û Nîsanê jî ji destê terorîstan derxistin û 25 terorîst jî kuştin.

Wî destnîşan kir ku hêzên iraqî ber bi taxên Maliye û Zebat va diçin û li vê operasiyonê jî heta niha 86 terorîst hatine kuştin..

Li mêhwera rojhilata Mûsilê jî hêzên iraqî karîn çend navçên bajarê Mûsilê ji destê terorîstan derxînin û li vê operasiyonê jî herîkêm 41 terorîst hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version