NûçePakîstanRojhilatanavin

Li Pakistanê 11 kes ji aliyê êrîşkaran ve hatin kuştin

Li eyaleta Belûçistana Pakistanê êrîşkarên çekdar 9 rêwiyên ku ji otobusa ku li ser otobanê rawestandibûn revandin û 2 kesên di wesayîtekê de hewl didan barîkatên ku danîne derbas bikin kuştin.

Li gorî daxuyaniya rayedarên polîsan, duh li Belûçistanê kesên çekdar li ser rêya bejahiyê barîkat danîne.

Êrîşkeran bi teqe li wesayîta ku dixwest bê rawestan barîkatê derbas bike 2 kes kuştin û 6 kes jî birîndar kirin û piştre otobusa ku ji Quettaya navenda eyaletê diçû bajarê Teftan ê li ser sînorê Îranê rawestandin.

Çekdar nasnameyên rêwiyên otobusê kontrol kirin û 9 kesên ku hemû ji parêzgeha Pencabê ne ji otobusê daxistin.

Polîsan diyar kirin ku cesedên van 9 kesan piştre li binê pirekê bi qasî 5 kîlometre dûrî otobanê hatine dîtin.

Rayedarên polêsan diyar kirin ku li êrîşkaran digeriyan.

Li gorî nûçeya Radyoya Pakistanê, Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de êrîş şermezar kir û biryara lêkolînê da.

Şerîf sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û diyar kir ku ew li gel wan e.

Serokwezîrê Belûçistanê Sarfraz Bugti jî tekez kir ku ew ji ber wê bûyerê gelek xemgîn bûne û diyar kir ku dê li ser helwesta xwe ya tund li hember terorîstan berdewam bin û terorîst nikaribin bigihin armancên xwe yên xerab.

Başa dön tuşu