NûçeRojhilatanavin

Li Pakistanê 12 kes ji ber araqa sexte mirin

Li Pakistanê 12 kesên ku di pîrozbahiyên Noelê de araqa sexte vexwarin mirin. Li gorî daxuyaniya hêzên ewlehî ji ber araqa sexte 34 kesên ku rakiribûn nexweşxaneyan û ji wan 12 kes mirin.

Hat ragihandin li Pakistanê 12 kesên ku di pîrozbahiyên Noelê de araqa sexte vexwarin mirin. Li gorî daxuyaniya hêzên ewlehî ji ber araqa sexte 34 kesên ku rakiribûn nexweşxaneyan û ji wan 12 kes mirin. Derheqê bûyerê de 7 kes hatin binçavkirin.

Li gorî zanyariyên berdest, 12 xrîstiyanên ku di pîrozbahiyên Noelê de araqa sexte vexwarin jiyana xwe ji dest dan. Hêzên Ewlehî derbarê bûyerê de ragihandin ku di pîrozbahiyên Noelê de 34 kes ji ber nexweşiya bikaranîna araqê rakirin nexweşxaneyan, ji wan 12 kes jiyana xwe ji dest da û 4 jê jî rewşa wan giran e.

Li gorî agahiyên ewlehî bi mijarê re eleqedar 7 kes hatine binçavkirin. Li Pakistanê firotina araqê qedexeye lê kesên ku ne misilman bin ji dikanên bi lisans dikarin araqê bistînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu