NûçeRojhilatanavin

Li Pakistanê 2 hezar piştevanên partiya Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTÎ) ya muxalif ku hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan

Berdevkê Serokatiya Eyaleta Pencapê Rana Arşad daxuyanî da û diyar kir ku 2 hezar mensûbên PTÎyê yên ku beriya çalakiyê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Bi lîderiya Îmran Xan va çalakvanan dixwest ku paytext “ji çûn û hatinê ra” bigirin.

Arşad got ku piraniya kesên serbest hatin berdan ji kesên ku li Eyaleta Pencapê hatibûn binçavkirin pêk tê.

Piştî ku nêzî 11 milyon û nîv belgeyên Mossack Fonsecaya fîrmaya hiqûqê ya ku navenda wê li Panamayê ye bi dizî hatin weşandin derket holê ku ji 4 zarokên Nawaz Şerîfê Serokwezîrê Pakistanê 3 zarokên wî bi navbeynkariya şirketên off-shorê li Londonê mal, xanî û dikan kirîne. Li gor qanûnên Pakistanê ne qedeqexe ye ku meriv bibe xwediyê şirketên off-shorê. Lê Îmran Xan îdia dike ku ew pereyê zarokên Şerîf pê mal û milk kirîne ji “bertil û gendeliyê” hatiye qezenckirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu